Wê Yekîtiya Ewropa 26 milyon euro alîkarî bisîne Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar daye, 130 milyon euro bişînin Sûriyê ku ji wê alîkariyê 26 milyon euro pişka Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser e.
Hat zanîn ku komîseriya YEyê biryar daye bi rêya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û hin dezgehên din ên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyên tenduristî û alîkariyên taybet bi vîrusa koronayê rasterast ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne.
Komîseriyê YE herwiha di biryara xwe ya şandina alîkariyan de destnîşan kiriye ku ew dê ti alîkariyan nedin rejîma Sûriyê û komên din ên leşkerî.
Hêjayî gotinê ye, ji ber girtina deriyê Til Koçer/Yerûbiyê bi vetoya Rûsyayê, demeke dirêje bi rêya NY şandina alîkariyan bo xelkê Sûriyê û Rojayê Kurdistanê rawestiyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin