Ewropa 220 milyon euro alîkarîyê ji bo parastina sînorên Rojhilat û Basûrê Kurdistanê dide Tirkiyê
PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo kontrolkirina sînorên Tirkiyê yên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, wê 220 milyon Euro alîkarî bo Tirkiyê bê dayîn.
Di daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de hatiye eşkere kirin ku di pakêta dawî ya hatiye qebûlkirin de, alîkariya bo Tirkiyeyê ya sala 2022an a YEyê, di çarçoveya bernameyên penaberan û rêvebirina sînoran de gihîştiye 1,2 milyar euroyan.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê 220 milyon euro ji bo piştgirîya tedbîrên zêde yên kontrolkirina sînorên ligel Rojhilatê Tirkiyê (Rojhilatê Kurdistanê) bê dayîn û di çarçoveya vê bernameyê de, wê li ser sînorên Iraq û Îranê bircên çavdêriyê, kamera, pergalên ronahiyê bên danîn û mesrefên perwerdehiya rûbirûbûna pelên koçberiyê bê fînansekirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev fona hatiye zêdekirin, beşeke berdewamiya piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo penaberên li Tirkiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin