Yekîtiya Ewropa 18 milyar Euro alîkarî dide Ukraynayê

17 January 2023 22:11 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa 18 milyar Euro alîkarî dide Ukraynayê

PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ji 18 milyar Euroyên ku di nava 2023yan de ji Ukraynayê re bê şandin, 3 milyar Euroyê wê hatiye şandin.

Komîsyona YEyê di çarçoveya piştgiriya aborî bo Ukraynayê de, paketeke alîkariya 18 milyar Euroyan eşkere kiribû ku hatiye ragihandin ku 3 milyar Euro heta niha bo Ukraynayê hatiye şandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê ew alîkarî ji bo dayîna muçeyên karmend û xanenişînan, xizmetên dibistan, nexweşxane û bicihkirina kesên koçber bûne were bikaranîn.

Hat diyarkirin ku wê ev alîkarî ji bo pêkhatina îstiqrara li Ukraynayê bibe alîkar û herwiha ji bo ji nû ve avakirina binesaziya Ukraynayê jî piştgir be ku di êrîşên Rûsî de hatiye ruxandin.