Yekîtiya Ewropa 9 milyar euro alîkarî bo Ukraynayê pêsniyar kir
PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, li Brukselê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku ew dê alîkariyeke nû bo Ukraynayê dabîn bikin.
Leyen diyar kir ku Ukrayna li eniyên şer li dijî Rûsyayê parastina xwe dike û ew dê wekî Yekîtiya Ewropa jî alîkariyên xwe bo wan berdewam bikin.
Von der Leyen, herwiha ragihand ku ji bo sala 2022yan heta 9 milyar euroyan alîkariya bo Ukraynayê ya aborî pêşniyar dikin û da zanîn, ji nû ve avadankirina Ukraynayê jî di bin berpirsiyariya Ewropayê de ye.
Hêjayî gotinê ye, ji bo pakêta alîkariyê ya ji Ukraynayê re hatiye pêşniyarkirin were şandin, pêwîstî bi erêkirina Parlamentoya Ewropayê û Konseya Ewropayê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin