DYA û Brîtanya alîkariya nû ya 1,5 mîlyar dolarî dide Ukraynayê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy di civîneke çapemeniyê de li Kîevê, alîkariya nû ya bi qasî 1,5 mîlyar dolarî bo Ukraynayê ragihandin. Ev alîkariya ku tê de piştgiriya leşkerî, mirovahî û enerjî tê de ye, bi armanca zêdekirina hêza parastinê ya Ukraynayê ye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy di civîneke rojnamevaniyê de ku ligel hevtayê xwe yê Ukraynî Andrii Sybiha li Kîevê li dar xistin, ragihandin ku ewê nêzîkî 1.5 milyar dolar alîkariya nû bidin Ukraynayê.
Blinken: Piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê wê berdewam bike
Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken diyar kir ku piştgiriya wan a ji bo Ûkraynayê wê bi biryardarî bidome û got, "Peymana me ya ji bo serketina Ûkraynayê temam bûye."
Blinken bi bîr xist ku ji Sibata 2022an û vir ve zêdetirî 10 milyar dolar alîkarîya ewlekarîyê pêşkêşî Ukraynayê kirine, ji Pûtîn re axivî û got, “Piştgiriya me wê kêm nebe. Yekitiya me nayê şikandin.”
Alîkariya zêde ya 717 mîlyon dolar
Blinken da zanîn ku ji bo tamîrkirina binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê di şert û mercên zivistanê de wê 325 mîlyon dolar fonek were dayîn.
Wî herwiha pakêteke nû ya alîkariyê ya 290 milyon dolarî weke alîkariyên mirovî bo bi milyonan kesên ku ji ber şer aware bûne, ragihand. Blinken diyar kir ku ji bo paqijkirina mayinên ku Rûsyayê li Ûkraynayê hiştiye 102 milyon dolar foneke zêde bidin.
Lammy: Kiryarên Putin barbarî ne
Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy kiryarên Putin wek "barbarî" û "emperyalîst" bi nav kir û piştgirîya xwe ya ji bo Ukraynayê dubare kir.
Lammy da zanîn ku ew ê îsal 782 mîlyon dolar piştgirî bidin Ûkraynayê û mûşekên parastina hewayî, cebilxaneyên topavêj û wesayîtên zirxî ji Ukraynayê re bişînin.
Sybiha: Divê cezayên li dijî Rûsyayê bên zêdekirin
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha diyar kir ku di hevdîtinên bi Blinken û Lammy re ji bo xurtkirina hêza leşkerî ya Ukraynayê biryarên girîng hatin girtin. Sybiha destnîşan kir ku divê mueyîdeyên li ser Rûsyayê bên zêdekirin û çavkaniyên ku rê didin wan ku vî şerî bidomînin bên astengkirin.
Pakêtên nû yên alîkariyê yên DYA û Îngilîstanê ji bo Ukraynayê, gavên stratejîk ên ji bo zêdekirina kapasîteya berevaniyê ya Kîevê li hemberî hewldana dagirkirina Rûsyayê dihewîne. Piştgiriya pergalên parastina hewayî, alîkariya mirovahî û binesaziya enerjiyê armanc dike ku mayîna Ukraynayê di şert û mercên şer de misoger bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin