Amerîka bi 400 milyon dolarî alîkariya leskerî dide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku wê bi bihayê 400 milyon dolarî alîkariya leşkerî bişîne Ûkraynayê. Almanya jî got ku wê ji bo sîlihan bişîne Ûkraynayê, wê şandina wan bigre aliyê xwe, wê kontrola perwerda leşkerî bike û dê navendekî alîkariya ewlehiyê ava bike.
Di ragihandina Pentagonê de, di nav alîkariya ku ji bo Ûkraynayê bêkirin de; finansmana nûkirina sîstema bergiriyê ya HAWK ê, optîka pêşkeftî, 45 tankên nûhkirî yên zirxî û bi cîhazên danûsitendinê,1100 heb Phoenix Ghost sîstema bêmirov ya hewayî, 40 tekneyên zirxî yên ser çeman (avê), ji bo nûhkirina 250 alavên zirxî yên M1117 fînansman, sîstemên çavdêriyê, fînansa perwerdê, nûhkirin û ji bo dewamiyê çi pêwesit be, hene.
Berdevka Pentagonê Sabrina Singh jî ragihand ku wê Amerîka 45 tankên T-72 yên ji Çekyayê çûne, ji bo nûkirina wan wê pere bide, wê ji bo sîstema hewayî ya HAWK ê fon temîn bike.
Amerîka ji destpêka şerê Ûkraynayê heya niha 18,2 milyar dolar alîkariya pere, çek û ekîpmananji Ûkraynayê re kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin