Amerîka bi miqdarê 1,1 mîlyar dolarî alîkariya leskerî dide Ûkraynayê
PeyamaKurd –Berdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre, ragihand ku Amerîka paketekî alîkariya leşkerî ji bo Ûkraynayê dişîne ku di nav paketê de sîstemên roketavêjan yên pirlûle HIMARS jî hene. Jean-Pierre di civîna rojane yaçapemeniyê de weha got:
“Amerîka paketa bi 1,1 mîlyar dolarî ya sîlih û ekîpmanan radigihîne. Di nav wan de 18 HIMARS ên roketavêjên pirlûle hene ku heya niha di qada şer de gelek bi bandorin.”
Li gor ragihandina Jean-Pierre; di nav paketê de alavên zirxî, radar û sîstemên dronan hene. Ev paketa alîkariyê bi taybetî ket piştî referandûmê ku Jean_Pierre referandûmê bi sextekarî binav kir û got ku Rûsya ji bo îşxala xwe ya li Ûkraynayê rewa nîşan bide, referandûmê kiriye û wê Amerîka û hevkarên Amerîkayê referandûmê nasnekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin