Amerîka ji bo enerjiya paqij, bi miqdarê 20 mîlyar dolarî veberhênanê destek dike
PeyamaKurd – Ajansa Paraztina Hawridorê ya Amerîkayê (EPA) ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçova rojeva bi navê ‘Li Amerîkayê Veberhênan’ de, di çarçova 27 milyar dolarê ji bo ‘Fona Kêmkirina Xaza Serayê’ de, du bernameyên nû yên bexşandinê daye destpêkirin. Derfetên bexşandinê yên bi reqabet, wê sermaya taybet ber bi projeyên temîz yên enerjiyê de bide, bi taybetî ji bo malbatên Amerîkayê yên dahata wan keme û civakên ku kêmderfetin, wê ji bo wan karên bi pere û enerjiya ku maliyeta wan kême baş be.
Wê ev derfet di têkoşîna bi kêşûhewayê re û qirêjiya ku zerara wê zêde ye, kêm bike. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku bi miqdarê 14 mîlyar dolarî ji ‘Fona Veberhênana Paqij ta Netewî’ ji bo desteka 2 heya 3 rêxstinên fînansê wê hibbe bide û ji bo karibin projeyên tenknolojiyê yên enerjiya paqij bi sektora taybet re ortaxiyê bikin. Perê fonên ku wê werin, wê ji bo malbatên kêmdahatî û civakên dezawantajan bidin.
Bi fona berê ya bi navê ‘Ji bo herkesî roj’ hatibû 3 bername hatibûn ragihandin. Biden gotibû xazên emîsyonê wê di sala 2030an de, %50 daxînin bin asta sala 2005an û hedefa wan ew e ku di sala 2050an de bibe alîkar ku emisyon dakeve sifrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin