Amerîka ji bo hilberîna enerjiya paqij pêsde bibin bi 11 milyar dolarî veberhênanê dike
PeyamaKurd – Wezareta çandiniyê ya Amerîkayê ragihand ku li derveyê bajaran ji bo xizmeta giştî, ji bo enerjiya paqij bidest bixin, wê alîkariyê bike û ji bo veberhênana enerjiyê bi miqdarê 11 milyar dolarî hîbbe û krediye dê bidin. Di daxwuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku di sala 1936an de serokê Amerîkayê Franklin qanûna elektrifikasyona derveyê bajêr ku îmze kiriye û heya niha, ev paketa veberhênanê û krediyê paketa herî mezine.
Bernama fînansmanê di çarçova qanûna daxistina enflasyonê de bi 2 bernameyan têkirin. Bername destekê dide sîstemên enerjiyê, enerjiya bayê, jeotermal, biyo, hidroelektrik, depokirina enerjiyê û hwd.
Wezîrê çandiniyê yê Amerîkayê Tom Vilsack ragihand ku enerjî ji bo jîngehên derveyê bajêr dê bibe bingeh, elektrîka wan pê temîn bikin û her weha wê ji karmendan re derfetên kar çêbibe. Bername wê her weha ji bo hawirdoriyê jî feda zêde bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin