Hakan Fîdan: Em ji bo paqijkirina YPGê bi Amerîka re danûstandinê dikin
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan rewşa dawî ya pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nirxand.
Fîdan got, Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ji bo asayîkirina pêwendiyan û çareserkirina pirgirêkan ne amade ye û li ser Rojavayê Kurdistanê jî ragihand, ji bo Tirkiyeyê mijara bingehîn bidawîbûna hevkariya YPG û Amerîkayê ye û ew ji bo wê armancê bi berpirsên Amerîkayê re danûstandinan dikin.
Fîdan wiha axivî: “Ji bo me mijara bingehîn, paqijkirina PKK-YPGyê ye. Wan li herêmê bi piştgiriya Amerîkayê ji sedî 3yê axa Sûriyeyê dagir kir. Em di her hevdîtinê de ji mixatabên xwe yên Amerîkayî re dibêjin divê ew li Sûriyeyê hevkariya xwe ya bi rêxistina terorê re bi dawî bikin. Bi vî awayî mirov dikare gotûbêjkirina me ya dualî wekî nîşaneya bipêşveçûnekê jî şîrove bike.”
Fîdan li ser hewlên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê jî destnîşan kir ku Hikûmeta Sûriyeyê ne amade ye pirsgirêkan çareser bike û herwiha ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî alozî zêdetir dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin