Hakan Fîdan: Herdu PKKyî ji Sûriyê hatine, êdî hemû bingehên PKK/YPGê hedefên mesrû ne!
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku herdu kesên PKKyî yên li Enqerê êrîşa bombeyî pêk anîne ji ser Sûriyê ve hatine Tirkiyeyê û got, êdî hemû hedefên PKK/YPGê ji bo wan hedefên meşrû ne.
Hakan Fîdan piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Komara Bakurê Qibrisyê ya Tirk Tahsîn Ertugruloglu, di civîna hevpar a rojnamevanî de derbarê êrîşa Enqerê ya PKKê de daxuyanî dan.
Hakan Fîdan da xuyakirina; “Piştî xebatên wan derketiye holê herdu êrîşkar ji Sûriyê hatine û li wir perwerde bûne. Êdî li Iraq û Sûriyê hemû bingehên PKK/YPGê, binesazî, kargehên enerjiyê ji niha pê de bi awayekî giştî hedefên hêzên me yên ewlekariyê yên meşrû ne.”
Bêyî ku navê Amerîkayê bide jî Fîdan got, “Pêşniyar dikim ku aliyên sêyem ji kes û saziyên PKK û YPGê dûr bisekinin. Wê bersiva hêzên me yên çekdar bo vê êrîşa terorî gelekî zelal be û wê ji bo vê çalakiya xwe pir poşman bibin.”
Di êrîşa PKKê ya 1ê Cotmehê li Enqereyê de, herdu êrîşkaran can dabû û 2 polîs jî birîndar bûbûn. PKKê bi daxuyaniyekê êrîş girtibû ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin