Hakan Fîdan li ser Sûriyê ji televîzyona El Cezîre re nirxandin kirin

19 December 2024 09:34 0 dîtin
Hakan Fîdan li ser Sûriyê ji televîzyona El Cezîre re nirxandin kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan diyar kir ku divê rêveberiya nû li Sûriyeyê bi temamî têxe bin kontrola xwe û got, "YPG xwe ji Rojava re bê zerar nîşan dide û xwe weke komeke ku li dijî DAIŞê şer dike nîşan dide, lê ev ji bo xwe veşêrin rêbaz e."

Fîdan derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de ji televîzyona El Cezîre ya Qeterê re nirxandin kir.

Fîdan destnîşan kir ku YPG ji bo Tirkiyeyê metirsiyeke mezin e û hewl dide serweriya xwe li cihên ku lê cih digire bidomîne û got, YPG hewl dide xwe weke komeke li dijî DAIŞê şer dike nîşanî Rojava bide.

"Ev ne pênaseyeke ku bi awayekî rast nasnameya wan nîşan bide. Ji ber ku ew di eslê xwe de weke rêxistineke terorîst in. Şerê li dijî DAIŞê bi tenê nikare bibe nîşana qenciyê. Ji ber ku dewletên cuda û komên cuda li wir hebûn, her yek ji wan li dijî DAIŞ ji ber sedemên cuda, di eslê xwe de dirêjahiya PKKê ye. Ew rêxistineke bi terorîstên biyanî yên navneteweyî yên ji Tirkiye, Îran, Iraq û welatên Ewropayê hatiye dagirkirin. Lê mixabin dostên me yên Rojava vê rastiyê ji nedîtî ve tên ku YPG di eslê xwe de dirêjahiya PKK’ê ye.”

Fîdan diyar kir ku Tirkiye ev demeke dirêj e bang li DYAyê dike ku desteka xwe ya ji bo HSDê rawestîne û got, "Her tişt di serdema rêveberiya Obama de destpê kir. Daxuyaniya ku wan wê demê ji me re kirin ev bû ku ev rêkeftineke demkî ye."

Wezîr Fîdan bal kişand ku ev yek ji bo berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê tehdîd e û got, "Em naxwazin hevsengiya li herêmê têk biçe. Lê belê divê berjewendiyên xwe yên neteweyî bişopînin û biparêzin. Di vê mijarê de muzakereyên me yên bi DYAyê re dewam dikin."

Derbarê îdiayên Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump yên derbarê rola Tirkiyê di guhertina desthilatê li Sûriyê de got, "Ev yek weke desthiladariyê nayê binavkirin. Eger bûyera li Sûriyeyê bi vî rengî were pênasekirin xeletiyeke mezin e. Ji bo gelê Sûriyeyê ev ne desthiladariyek e. Tiştê qewimî ev e ku îradeya gelê Sûriyê li wir girt û kontrol kir."

Fîdan li ser pirsa "Ma ne rast e ku mirov bibêje hêza desthilatdariya Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re ye?" got, "Em qet tiştekî wiha naxwazin. Bi baweriya min me hemûyan ji tiştên ku li herêma me qewimîn dersên mezin girtin." û diyar kir ku çanda serdestiyê herêmê wêran dike.

Ji ber vê yekê divê ne serdestiya Tirk, ne jî Fars û ne jî Ereb hebe. Divê em hemû bi hev re hevkariyê bikin." Fîdan anî ziman ku divê gelê Sûriyeyê bê destekkirin û ev yek weke serdestiyê neyê dîtin.

Fîdan pirsa, "Li gor perspektîfa Tirkiyeyê, gelo li Sûriyeyê herêmeke xweser a Kurdan an jî pêkhateyeke Kurdan heye? Yan jî wê Tirkiye vê yekê weke xetereyekê bibîne?" wiha bersivand:

"Nabe ku ez li ser navê gelê Sûriyeyê biaxivim. Ya ku hûn dipirsin meseleya gelê Sûriyeyê ye. Ev biryareke ku ew ê bidin. Lê ez dikarim vê yekê hem wekî xwestek û hem jî wekî daxwaza Tirkiyeyê bibêjim. Li Sûriyê Kurd, Ereb, Tirkmen, her kes em dixwazin hemû sivîl li cihên xwe yên resen bijîn.

Divê kes bêzar nebe û neçar bimîne bajar û gundên xwe biterikîne. Yên ku neçar man koçî cihên din bikin divê karibin vegerin welatê xwe. Bi kurtasî divê Kurd bi taybetî jî gelê sivîl li welatê xwe yê resen bijîn."

Fîdan amaje bi wê yekê kir ku di hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê de du armanc hene, yekem ew e ku rê li ber koçberbûna zêdetir ber bi Tirkiyê ve bigre û armanca duyem jî şerê li dijî terorê ye.

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku eger ev her du pirsgirêk bên çareserkirin ti sedemeke mayîna Tirkiyê li Sûriyê namîne û got, di vî warî de ji niha ve gavên rast hatine avêtin.

Fîdan anî ziman ku rêveberiya nû ya li Sûriyeyê weke muxatabekî rewa tê dîtin û bi wan re danûstandin destpê kiriye û bi bîr xist ku Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Şamê dîsa ketiye meriyetê.