Hakan Fîdan û Fuad Huseyîn gesedanên li Sûriyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn geşedanên Sûriyê gotûbêj kirin.
Li gor nûçeya AAyê çavkaniyên Wezareta Karên Derva ragihandin ku Wezîr Fîdan û hemtayê xwe yê Iraqî Huseyîn bi telefonê axivîn.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê hatin nirxandin.
Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Serfermandar Keys el-Mihemedawî îro Şemiyê 30.11.2024 ragihand ku sînorê Iraqê bi Sûriyê re bi temamî hatiye girtin.
Muhammedawî da zanîn ku ji bo parastina Iraqê hemû sînorên Iraqê girtine û got, hêzên ewlehiyê ji bo parastina Iraqê li benda talîmata Serokwezîr Muhammed Şiya Sûdanî ne.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku ew ê di demeke nêz de ji bo kontrolkirina hemû herêmên dagirkirî dest bi êrîşeke dijber bikin.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) îro Şemiyê 30.11.2024 ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbasî Balafirxaneya Navdewletî ya Helebê bûne û kontrol kirine.
Wî diyar kir ku HSDê bajarokên Nubul û Zehra yên Helebê ku piraniya wan Şîe ne, xistin bin kontrola xwe.
Li aliyê din komên çekdar di êvara 30ê Mijdarê de Xan Şêxûn bi dest xistin û tevahiya Idlibê xistin bin kontrola xwe.
Pevçûn di 27ê Mijdarê de di navbera hêzên rêjîma Esed û komên çekdar ên dijî rêjîmê de li gundewarê rojavayê parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê destpê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin