Fuad Husên û Hakan Fîdan li Swîsreyê civiyan

16 June 2024 11:14 0 dîtin
Fuad Husên û Hakan Fîdan li Swîsreyê civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Lutkeya Ukraynayê ya Swîsreyê de hevdîtin kirin.

Hate ragihandin ku Husên û Fîdan li bajarê Burgenstock ê Swîsreyê ku Lutkeya Aştiyê ya Ukraynayê tê lidarxistin, civiyan.

Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hakan Fîdan di çarçoveya Lutkeya Aştiyê ya Ukraynayê de, li Burgenstockê hevdîtinek pêk anîn.

Derbarê naveroka hevdîtinê de ti hurgilî nehatin belavkirin.