Wezîrê Derve yê Amerîkayê wê bi Hakan Fîdan re bicive

06 November 2023 13:01 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê wê bi Hakan Fîdan re bicive

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtin bike hat Enqerê.

Balafira ku Antony Blinken û heyeta pê re bir Enqereyê di saet 23.58an de li Balafirgeha Esenbogayê daket.

Blinken li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Jeffry Flake, Midûrê Giştî yê Karên Siyasî yên Dualî yê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Balkan Yaprak Balkan, Alîkarê Waliyê Enqereyê Namık Kemal Nazli û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinên fermî yên ku îro di navbera Hakan Fîdan û Blinken de tên kirin de, tê payîn ku rewşa Xezzeyê, mijarên herêmî û têkiliyên dualî bên nirxandin.