Amerîka peketa bi miqdarê 1 mîlyar dolarî ji bo Ûkraynayê ragihand

07 September 2023 01:28 0 dîtin
Amerîka peketa bi miqdarê 1 mîlyar dolarî ji bo Ûkraynayê ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wê bi miqdarê 1 mîlyar dolarî paketa destekê ji bo Ûkraynayê bikin. Di nav paketê de desteka leşkerî, mirovî û budçê heye.

Blinken ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de ya bi hemkarê xwe yê Ûkraynayê, bi Dmitro Kuleba re, di seredana xwe ya Ûkraynayê de kir.

Blinken got ku bi serokê Ûkraynayê bi Zelenski re jî hevdîtin kiriye û weha got:

“Me, ji bo desteka ewlehiya di hewa, bejayiyê û deryayê de û di fezayê de desteka ewlehiyê ya sîberî, techîzatên nûjen, perwerda leşkerî û parvekirina îstîxabaratê de danûsitendinan kir.”

Di civîna çapemeniyê de wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba jî got:

“Di êrîşên me yên dewam dikin de, di çend hefteyên dawiyê de em pêşde çûn. Paketa nû ya destekê, wê dewama êrîşên li hemberê Rûsan bide dewamkirin û lezê bixe pêşdeçûnê.”