Amerîka paketa destekê ya bi miqdarê 1,5 milyar dolarî dide Ûkraynayê

16 June 2024 00:08 0 dîtin
Amerîka paketa destekê ya bi miqdarê 1,5 milyar dolarî dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris li Îsviçre di zîrwa aştiyê ya Ûkrayna de soz da serokê Ûkraynayê Zelenski da bi miqdarê 1,5 milyar dolarî destekê bide.

Di nav paketa ku Kamala Harris soz da Zelenski de sektora energiyê, alîkariya sîvîlên ku bandorê ji şerê Rûsyayê dîtine ji bo rewşa wan baş bikin wê 1,5 milyar dolarî bidin Ûkraynayê. Kamala Harris got:

“Mafê milletan heye ku hevkarên xwe bibjêrin. Mafên wan yên ku nayên dewrkirin hene. Divê hukumet bên parastin û serdestiya hûqûqê hebe. Pêwiste ji desthilat û yekîtiya axê re rêz bê girtin û sînoran bi zorê neguhêrin.

Ez li vê derê me da dubare bikim ku li hemberê Rûsya êrîşker ya ser xelkê Ûkraynayê, em destekê bidin Ûkraynayê. Êrîşa Rûsyayê ne tenê ji bo ser xelkê Ûkraynaye lê êrîşê ewlehiya xidayê ya kureyî, çavkaniyên enerjiyê, qaîdeyên navdewletî û şertên NY girtî dike.”