Amerîka bi miqdarê 2,175 milyar dolarî alavên leskerî dide Ûkraynayê

04 February 2023 02:25 0 dîtin
Amerîka bi miqdarê 2,175 milyar dolarî alavên leskerî dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Amerîka paketekî nûh ya sîlih û muhîmmatan bi miqdarê 2,175 milyar dolarî ku di nav wan de roketavêjên menzîla wan dirêj hene, dide Ûkraynayê. Serokê Amerîkayê Joe Biden erka xwe da wezareta karên derve û feman jî da ku ji enwantera artêşa Amerîkayê 425 milyon dolar ekipman, sîlih û muhîmmat bide Ûkraynayê.

Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon wê ji fona USAI 1.75 milyar dolar alîkarî bide Ûkraynayê. Pentagonê detaya alîkariyê bi çapemeniyê re parvekir. Lîste wehaye:

“Sîstema roketan ya ferformansa wê bilind ya topan (HIMARS), 155 mm gulên topan, 120 mm topên hawanê, li hemberê SIHA yan tivingên giran yên termal yên 190, MRAP, 250 Javelin fuzeyên alavên zirxî qul dikin, 2 hezar roketên zirxan qul dikin, Claymore mayin, muhîmmatên herifandinê, techîzatên sermaye, kask, HAWK û ekîpmanên sehayê.”