Amerîka îzna firotina helîkopteran bi miqdarê 1,95 mîlyar dolarî da Awûstralyayê

26 August 2022 01:44 0 dîtin
Amerîka îzna firotina helîkopteran bi miqdarê 1,95 mîlyar dolarî da Awûstralyayê

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku wezareta karên derve ya Amerîkayê îznê daye ku Amerîka bi bihayê 1,95 mîlyar dolarî 40 helîkopterên leşkerî yên UH-60M Black Hawk bifroşin Awûstralyayê.

Şîrketa ku firotina helîkopteran girtiye ser xwe şîrketa Amerîkayê Lockheed Martin e. Ajansa bergiriyê û Hevkariya Ewlehiyê ya Pentagonê ji bo firotina helîkopteran agahî da kongreyê.

Li Herêma Hind-Pasîfîkê, Çîn her diçe xwe çekdar dike û l ilirêmê hebûna xwe nîşan dide. Dewleta Awûstralyayê jî mesrefên xwe yên bergiriyê zêdetir dike. Sala borî Awûstralya keştiyên nukleerî yên noqavê bi peymanekî ji Fransayê sîparîş dabû lê Amerîka û Îngîltere peymanê xerab kiribûn û îhalê ji destê Fransayê sitendibûn. Bihayê peymana keştiyan li dora 60 mîlyar dolarî bû.

Di gulana borî de wezareta karên derve ya Amerîkê ji bo Awûstralya û hevkarên xwe, bi bihayê 3,1 mîlyar dolarî roketavêjên mobîl û sîlihên din firotibû.