Miqdarê peymana Îmaratan û Amerîkayê 23 mîlyar $ e
PeyamaKurd – Piştî peymana navbera Îsraîlê û Îmaratan, Amerîkayê îzna firotina balafirên nûjen yên F-35 an dabû Îmaratan. Ne tenha balafir lê her weha paketekî berevaniyê hat firotin. Hat ragihandin ku miqdarê peymana balafiran û alavên pê re 23 mîlyar dolarê Amerîkiye.
Di nava paketê de balafirên bê mirov jî hene. Di nava paketê de bi bihayê 10.4 mîlyar dolarî 50 heb balafirên F-35, 18 balafirên bê mirov (MQ-9B) yên bi bihayê 2.97 mîlyar dolarî û bi bihayê 10 mîlyar dolarî muhîmmatên cuda hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin