Bi Amerîkayê re bi 1 mîlyar $ î peymana Kovid-19 ê çêkir

05 August 2020 22:47 0 dîtin
Bi Amerîkayê re bi 1 mîlyar $ î peymana Kovid-19 ê çêkir

PeyamaKurd- Şîrketa hilberîner ya dermanan ya Amerîkayê Johnson & Johnson, bo hilberîn û teslîma 100 mîlyon doz ya Kovid-19 ê bi miqdarê 1 mîlyar dolarê bi hukumeta Amerîka re peyman girêda. Li gor ragihandina şîrketê; di çarçoveya peymanê de weha got:

“Aşiya ku namzede ya bi navê “Ad26.COV2.S", piştî ji Rêvebiriya Derman û Xidayan ya Amerîkayê îzna lezgîn ya bikaranînê bistîne, wê li Amerîkayê bê bikaranîn.”

Li gor ragihandinê miqdarê peymanê di ser 1 mîlyar dolarî de ye. Di beyana şîrketê de di derman de kar nîne û wê di asta navdewletî de be û  hukumet dê karibe 200 mîlyon doz ji şîrketê bikire.

Johnson&Johnson, dermanê "Ad26.COV2.S" ê ceribandina asta yekem û ya duyemê ya klînîkan li Amerîkayê û Belçîkayê ceribandibû. Eger biser bikeve wê sala bê li dora di ser 1 mîlyar dozê hilberîna xwe bike.