Sîrketa Amazonê ji bo zeka çêkirî 100 mîlyar dolar veberhênanê dike

08 February 2025 17:10 0 dîtin
Sîrketa Amazonê ji bo zeka çêkirî 100 mîlyar dolar veberhênanê dike

PeyamaKurd – Şîrketa teknolojiyê ya DYAyê ya bi navê Amazonê ragihand ku ji bo budça xwe ya sala 2025an wê 100 mîlyar dolar pere ji bo zeka çêkirî veqetîne. CEOyê Amazonê Andy Jassy got ku kêmbûna maliyetan ya zeka çêkirî, wê mesrefan kêm neke û bi eksa wê, dê daxawazan zêdetir bike û veberhênanên di sektorê de mezin bike.

Plana şîrketa Amazonê ya veberhênanê nîşan dide ku di seha teknolojiyê de, bi şîrketên di heman sehayê de, paralel dimeşe.

-CEOyê şîrketa Metayê, Mark Zuckerberg jî di daxwuyaniya xwe de gotibû ku wê ji bo wextekî dirêj bi sed milyaran dolar veberhênanê bike û ji bo sala 2025an 60 milyar dolar pere veqetandiye.

- Şîrketa Alphabet (Google) di plana xwe ya veberhêna sala 2025an de, budça ji bo zeka çêkirî %42 zêde kir û kir 80 milyar dolar.

-Microsoft, ji bo doneyên navendên zeka çêkirî dê 80 milyar dolar veberhênanê bike.