Si’ûdî bi sermaya 2,9 mîlyar dolarî sîrketa pêsdebirina tûrîzmê ava kir

25 February 2021 02:36 0 dîtin
Si’ûdî bi sermaya 2,9 mîlyar dolarî sîrketa pêsdebirina tûrîzmê ava kir

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya nûçeyan ya Erebistana Si’ûdiyê SPA yê ragihand ku welîehdê Erebistanê Muhammed Bîn Selman bi bihayê 2,9 mîlyar dolaran ku dike 11 mîlyar Riyalê Erebistanê şîrket ava kiriye û hedefên şîrketê bi vîzyona 2030 an ya hedefa stratejiya Fon a Veberhênana Giştî ya dewletê re liheve.

Navê şîrketa hatiya avakirin Es-Sode ye. Şîrket wê li rojavayê başûrê Erebistanê li hinek deverên bajarê Rîcal Elmaayê avahiyên bingehîn ava bike, xanî û ciyên ahengan pêşkeşê tûrîzmê bike û tûrîzma çiya bipêş bixe.

Şîrket kiriye armanc ku di sala 2030 an de her sal 2 mîlyon tûrîstên cîh û biyanî herin deverê. Wê bibe sektorekî di navbera dewletê û sektora taybet de. Dê 2.700 odeyên otêlê hebin, 1.300 xanî û di ser 30 projeyên din de dê proje hebin.

Şîrket di sala 2030an de wê 8 hezar xebatkaran îstîhdam bike.