Kazakistan û sîrketa Tirkiyê fabrîka gubrê ya bi bihayê 1,3 milyar dolarî ava dikin
PeyamaKurd – Di navbera dewleta Kazakistanê û şîrketa Tirkiyê ya ya bi navê Türk ESTA Constructionê de bi bihayê 1,3 milyar dolarî fabrika gubrê (zibil) ava dikin. Wê peyman destekê bide seha çandiniyê ya Kazakistanê û ev veberhênan wê rê ji bo 400 karkeran bo îstîhdamê veke.
Serokwezîrtiya Kazakistanê, di mijarê de daxwuyanî da û got; serokwezîr Oljas Bektenov, li Astanayê bi rêvebirê giştî yê şîrketa ESTA Constructionê bi Mustafa Toprak re hevdîtin kiriye. Di hevdîtinê de, bi şîrketa Tirkiyê re, li ser hevkariya veberhênanê axifîne. Bektenov, ragihand ku girîngiyê didin kompleksa sanayiya çandiniyê. Bektenov weha got:
“Me di sala 2024an de bi miqdarekî zêde berhemên çandiniyê hilda, ji bo destekê bidin cotyaran me bi 700 milyar tenge pere da wan. Ji bo bidestxistina bi pereyekî maqûl ya gubra mineral, ji bo me gelek girînge. Ji ber wê ev proja we ya niha, ji bo bersivê bide pêdiviyên nav welat û her weha ji aliyê îxracatê de jî, me eleqedar dike.”
Serokwezîr Bektenov, piştî hevdîtinê ferman da dezgeyên dewletê da li gor peymanê tevbigerin.
Li gor peymanê; wê şîrketa Tirkiyê bi miqdarê 1,3 milyar dolarî li Kazikstanê li qerexê Derya Hazarê, nêzî lîmana Kurikê fabrika gubrê ava bike. Dê fabrîke di salê de 700 hezar ton ure û 42 hezar ton amonyak hilberîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin