Li Somaliyê êrîsê santiya sîrketa Tirkiyê kirin
PeyamaKurd – Li welatê Somaliyê şîrketa Tirkiyê ya ku rê çêdike bû êrîşa bombeyî û 2 di nava wan de 2 xebatkarên Tirk, bi tevahî 5 kes jiyana xwe ji dest dane û 3 karmendên Tirk jî birîndar bûne. Agahiya êrîşê ji aliyê wezareta karên derve hat dayîn. Şîrketa Tirk rêya Mogadişu-Afgoye çêdike. Wezaret di ragihandina xwe de weha got:
“Şîrketa Tirkiyê ya alîkariya refaha xelkê Somaliyê dike bûye hedefa êrîşkeran û em vê êrîşê şermezar dikin.”
Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku 3 ji wan Tirki bi temamî 14 kes li nexweşxane ya Mogadîşoyê ya li ser navê Recep Tayip Erdoğan dewam dike û êrîşê şermezar kir. Koca ragihand ku talûka birîndarên Tirk tine ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin