Sîrketa BP bi Petrol Ofisi re peyman çêkir û bi temamî ji Tirkiyê vekisiya
PeyamaKurd - Şîrketa BP (British Peteroluem) bi Petrol Ofisi re peyman çêkir û bi temamî ji Tirkiyê vekişiya. Biryara girtina benzînxane û termînalan da û temamên wan dewrê Petrol Ofisi (PO) kir. Hebûna BP ya 111 salan li Tirkiyê qediya û wê navên îstasyonan jî biguhure.
Di vê pêvajoyê de, BP Turkey Refining Limited û BP Petrolleri AŞ temamê hisseyên xwe û hisseyên di ATAŞ, Çekisan û Ambarlı de, dewrê PO dike. Li ser mijarê CEOyê POyê Mehmet Abbasoğlu got:
“Em razîne ku sedsala komara xwe bi referansekî sektorê pêşwazî dikin. Wê bi kirîna BPê re, navê temamê îstasyonan biguhire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin