"Ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê peymaneke fermî pêwîst e"
PeyamaKurd - Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Miles Caggins derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.
Miles Caggins di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e roja Pêncşemê li Bexdayê civîneke sê alî di navbera hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê de were lidarxistin.
Caggins diyar kir ku şert û mercên ji bo destpêkirina îxracata petrolê nehatine guhertin û da zanîn ku şîrket daxwaza "peymana kirîn û firotinê" ya nû dikin.
Caggins got, "Divê ev peyman bi zelalî diyar bike ka wê kengî, çiqas û di bin çi şert û mercan de neft were şandin. Divê ew jî li ser qalîteya neftê û çawaniya mûçeyê pargîdaniyan zelal bike."
Li gorî yasaya budceya Iraqê, hikûmeta Iraqê ji bo her bermîlek petrolê 16 dolar dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî van mûçeyan radestî şîrketên petrolê dike. Lê kompanyayên petrolê daxwaz dikin ku mafên wan ên darayî bên garantîkirin û Herêma Kurdistanê jî mekanîzma dayina deynên berê ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin