Hewramanî: Amerîka dixwaze ji nû ve dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê bike
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî diyar kir ku wan bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîkayê re li ser mijarên cuda gotûbêj kirine û diyar kir ku rayedarên Amerîkayê Herêma Kurdistanê weke hevparekî girîng dibînin.
Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî li avahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê ligel Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Trîfa Ezîz û Berpirsa Dezgeha Iraqê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Erin Newton civiya.
Hewramanî piştî civînê di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragihand, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrolê, pêwendiyên ligel hikûmeta federal û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmetê Hewramanî, Berpirsê Wezareta Derve ya Iraqê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku welatê wî bi cidî li ser destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ye û di vê çarçoveyê de ew di peywendiyeke berdewam de ne.
Pêşewa Hewramanî got, “Rayedarên Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kirin ku Herêma Kurdistanê hevkarekî girîng e û pêwendiyên me yên baş û dîrokî ligel Amerîkayê hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin