Fûad Husên: Di serdana Sûdanî ya Amerîkayê de wê behsa destpêkirina hinartina petrolê were kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku di serdana serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî ya Amerîkayê de, dibe ku mijara hinartina petrola Herêma Kurdistanê jî were gotûbêjkirin.
Wezîr Huseyîn li Washingtonê daxuyanî da çapemeniyê.
Fuad Husên diyar kir ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê li ser projeya Hesabê Min di nava danûstandinan de ye û got, "Pêwîst e Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê li ser van mijaran û yên din lihev bikin."
Derbarê serdana şanda hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Sûdanî bo Washingtonê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Husên ragihand ku wê endamên Kurd jî di wê şandê de cih bigirin, naveroka hevdîtinên danûstandinan ji serdanên berê cudatir e û gelek mijarên din jî hene ku weke mijarên girêdayî bank, dolar û dînar jî wê bên gotûbêjkirin.
"Mijara hinartina petrolê wê teqez bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî re were gotûbêjkirin." Wezîr Huseyîn got, "Li Iraqê gelek şîrketên petrolê yên navneteweyî yên DYAyê hene. Helbet pirsgirêkên wan bi Kongre û rêveberiya DYAyê re hatiye axaftin."
Biryar e roja 15ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin