Seybanî yekem car serdana Bexdayê dike û ji aliyê Fûad Hûsên ve tê pêswazîkirin

21 February 2025 19:05 0 dîtin
Seybanî yekem car serdana Bexdayê dike û ji aliyê Fûad Hûsên ve tê pêswazîkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê Esed Şeybanî serdana Bexdayê bike û bi berpirsên Iraqê re hevdîtinan pêk bîne.

Medyaya Iraqê daye xuyakirin ku Şeybanî sibe 22yê Sibatê roja Şemiyê, serdana Bexdayê dike û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hûsên ve tê pêşwazîkirin.

Hate diyarkirin ku wê Şeybanî li Bexdayê bi hejmarek berpirsên pilebilind ên Iraqê re bicive û mijarên hevbeş gotûbêj dikin.

Şeybanî beriya niha ragihandibû ku ew dê serdana Bexdayê bike ku ev yekem serdana Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûrîyê ye bo Bexdayê.

Wezîrê Sûrî, di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Îmaratê de gotibû, pêwendiya di navbera Şam û Bexdayê de li ser bingeha rêzgirtinê ye.