Sanda Kurdistanê serdana Bexdayê dike: Yekem civîna bi hikûmeta Sûdanî re tê lidarxistin

27 November 2022 13:47 0 dîtin
Sanda Kurdistanê serdana Bexdayê dike: Yekem civîna bi hikûmeta Sûdanî re tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê serdana Bexdayê de û mijarên wekî; madeya 140, pirsên petrol, budçe û Pêşmerge bi şanda Iraqê re gotûbêj dike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil îro 27ê Mijdara 2022an ragihand ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina ligel şanda hikûmeta Iraqê, îro serdana Bexdayê dike.

Adil got, şanda Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û gotûbêjkirina li ser pirsên bûdçe, Pêşmerge, madeya 140 û petrolê serdana Bexdayê dike.

Hat diyarkirin ku wê ev civîn bibe yekemîn civîna di navbera şanda Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta Iraqê de piştî ku ji aliyê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat avakirin ku her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirine.

Hat zanîn ku wê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo amadekirina projeyasaya bûdçeya sala 2023am îro bi Wezareta Darayî ya Iraqê re bicive.