Sanda Kurdistanê ji bo çareserkirina zeviyên Kurdan serdana Bexdayê dike

27 May 2024 16:58 0 dîtin
Sanda Kurdistanê ji bo çareserkirina zeviyên Kurdan serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca pêdeçûn û çareserkirina pirsgirêka zevî û erdan li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Bexdayê dike.

Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê îro Duşemê ragihand ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî û bi endamtiya şêwirmendê Wezareta Navxwe Samî Celal Husên û Şêwirmend li fermangeha hemahengi û dûvçûnê Tahîr Ebdula Osman ve diçe Bexdayê.

Hate diyarkirin, şande ji bo pirsgirêka zevî û erdên çandiniyê li navçeyên Kurdistanî serdana Bexdayê dike û biryare li ser wê pirsê gelek hevdîtin û civînên ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal re pêk werin.

Serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li demeke ku careke din erebên hawirde li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi taybet li sînorê Kerkûkê pirsgirêkê ji bo cotkarên kurd ava dikin pêk tê. Heta niha gelek caran erebên hawirde bi piştevaniya hêzên sepandî rêgirî li karê çandiniya cotkarên kurd kirine.