Sanda Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka budçe û mûçeyan li Bexdayê ye

07 January 2024 13:25 0 dîtin
Sanda Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka budçe û mûçeyan li Bexdayê ye

PeyamaKurd – Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirgirêkên budçeyê, mûçe, petrol û gazê li Bexdayê îro Yekşemê 7ê Çileyê dest bi hevdîtinên xwe kir.

Hate ragihandin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe bi Komîteya Bilind a Çavdêrî û Çareserkirina Pirsgirêka Mûçeyan re pêk tîne.

Komîteya  Mûçeyan ji hejmarek şêwirmendên Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoyê, nûnerên Wezareta Darayî, Wezareta Petrolê û kompanyaya SOMOyê pêk tê.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Cenab Nûrî ji bo pirsa bûdçe û mûçeyên karmendan û sererastkirina yasaya bûdçeya îsal, li Bexdayê danûstandinan dike.

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Darayî ya Kurdistanê jî ragihandibû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi rêya sererastkirina yasaya bûdçeyê, hewlên xwe yên çareserkirina pirsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê zêde kirine.