Wezîrê Darayî yê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê çû Bexdayê
PeyamaKurd – Şandeke Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên mûçe gihîşt Bexdayê.
Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî, îro Yekşemê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên mehên 10, 11 û 12ê gihîşt Bexdayê.
Hate diyarkirin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina mûçeyê 3 mehan li Bexdayê ye û herwiha ji bo nûjenkirina budçe û beşa Herêma Kurdistanê ya di budçeya giştî ya sala 2025an a Iraqê de, wê li gel Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî jî dê bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin