Wezîrê Darayî yê Kurdistanê wê li parlamenê derbarê mûçe û dahatan de biaxive
PeyamaKurd – Hat ragihandin wê vê heftiyê Wezîrê Darayî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab li parlementoyê derbarê mûçe û dahata deriyên sînorî de gotarekê pêşkeş bike.
Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona darayî Erşed Lolanî ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku wê sibe 14ê Hezîranê Wezîrê Darayî yê Kurdistanê Awat şêx Cenab, li ser daxwaza komîsyona wan beşdarî civîna parlementoyê bibe.
Hat diyarkirin ku wê wezîrê darayî li ser mûçe û çawaniya dayîna mûçe, dahata gumrik û deriyên sînorî agahiyan bide û bersiva pirsên komîsyonê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin