Wezîrê Darayî yê Kurdistanê bi sanda darayî ya Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Şanda dîwana çavdêriyê ya hikûmeta Iraqê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê wezîrê darayî yê Kurdistanê Awat şêx Cenab ve hat pêşwazîkirin.
Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de li ser çawaniya destpêkirina xebatên tîma hevbeş ya çavdêriyê hatiye axaftin.
Tîma hevbeş ya çavdêriyê wê raporekê li ser çavkaniyên dahata Kurdistanê (neft, deriyên sînorî û navxwe) amade bike û radestî Bexdayê bike.
Li gorî zanyariyan, piştî wê raporê hikûmeta Iraqê dê li ser mekanîzma şandina bûdçeya Kurdistanê û bicihanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê biryarê bide.
Wezîrê darayî yê Kurdistanê doh 7ê Hezîranê çûbû Bexdayê û bi berpirsên Iraqî re li ser çawaniya bicihanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin