Sanda Herêma Kurdistanê ji bo mafên darayî çend daxwaz pêskesî Sûdanî kir...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Şanda Herêma Kurdistanê ya ji bo danûstandinên budçeyê û mijara petrolê li Bexdayê ye, li ser xala heftem a madeya 13 ya yasaya bûdceyê, çend daxwaz pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî kirin.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwestiye ku li gorî madeya 13 ya bûdçeyê, biryarê li ser şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bide.
Xala heftem ya maddeya 13 ya yasaya bûdçeyê Serokwezîrê Iraqê erkdar dike ku dema kêşe çêbibin biryarên pêwîst bide û wan çareser bike.
Daxwazên ku li ser mafên Herêma Kurdistanê ji Sûdanî hatine kirin wiha ne:
1- Dayîna mafên mehane bi hemû xerciyan, qerebûkirina karmendan û lênihêrîna civakî, li gorî nexşerêya ku di bûdceyê de hatiye diyarkirin, ku girêdayî xerciyên bikarbirin û veberhênanê yên taybet bi Herêma Kurdistanê ye.
2- Hemû lêçûnên rastîn ên berhemanîn û veguhestina petrola Herêmê li gorî texmînên lêçûnên hilberandin û veguhestinê yên ku di bûdceyê de hatine destnîşan kirin, hesab bikin û bidin.
3- Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e li gorî madeya 110 ya destûrê û xala 29ê ya yasaya îdarî ya darayî ya hejmar 6 ya sala 2019an, ji sedî 50 bac û gumrikê dide xezîneya dewletê.
Li gorî zanyariyan, tê çaverêkirin ku di rojên bê de şandeke siyasî ya Herêma Kurdistanê jî serdana Bexdayê bike.
Doh 30yê Tebaxê jî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab serdana Bexdayê kir û hevdîtin ligel berpirsên hikûmeta Iraqê pêk anîn.
Hate diyarkirin ku şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji tîma hikûmeta Iraqê re ragihandiye, ew pereyê ku mehane ji Bexdayê bo mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê tê şandin, ji rêjeya pêwîst a her mehê kêmtir e. Ji ber ku tenê ji bo mûçeyên mehane pêwîstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 900 milyar dînaran heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin