Mesrûr Barzanî: PDK mafên gistî û darayî yê hemû gelê Kurdistanê diparêze

21 October 2025 16:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: PDK mafên gistî û darayî yê hemû gelê Kurdistanê diparêze

PeyamaKurd-  Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Zaxoyê, beşdarî ahenga kampanyaya hilbijartinan a lîsta 275ê ya PDKê bû.

Cîgirê PDKê Mesrûr Barzanî di nav ahenga kampanyaya lîsta 275ê ya PDKê de li Zaxoyê axaftinek kir.

Mesrûr Barzanî got: "Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo me pir girîng in ji ber ku pêştir hin kesan ku nûnerîtiya Herêma Kurdistanê Encûmena Nûnerên Iraqê dikir wekî pêdivî mafên giştî û mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê neparastin. Vê carê divê em wan kesan bişînin Encûmena Nûnerên Iraqê yên ku dikarin mafên hemî gelê Kurdistanê û Iraqê biparêzin."