PE: Em mafên darayî yên budceya Herêma Kurdistanê disopînin
PeyamaKurd – 3 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PE) ragihandin ku ew ji bo piştevaniya mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê û mijara yasaya butceyê dişopînin.
Parlamenterên PE Andreas Schneider, Nicolas Wilmsen û Francois Alphonse bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ew bi rêya pirsîyarkirina ji berpirsên siyaseta derve û ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) re, mafên darayî yasaya budceya gelê Herêma Kurdistanê dişopînin.
Parlamenterên Ewropî diyar kirin ku wan li ser siyasîbûna biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê û sedemên wan biryaran du pirs ji berpirsên siyaseta derve û ewlehiyê ya YEyê kirine.
Parlamenteran herwiha destnîşan kirin ku tevî madeyên rêkeftina di destpêka sala 2023an a di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin de di qanûna butceya 2023 û 2025an de cih girtiye û ji aliyê Parlamentoya Iraqê û Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin jî, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê mijarê de para xwe wernegirtîye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin