Wezîrê Darayî û Aboriyê: Herema Kurdistanê berpirsyariyên xwe bicîh aniye û timek ji bo muçeyan diçe Bexdayê
PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Ceneb Nûrî ragihand ku bi mebesta şopandina proseya tomarkirina karmendan di projeya “Hejmara Min” de tîmek serdana Bexdayê dike.
Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Awat Ceneb Nûrî bi mebesta şopandina proseya tomarkirina karmendan di projeya “Hejmara Min” de serdana zanîngeha Koyê kir.
Wezîrê Darayî û Aboriyê derbarê şandina 700 milyar dînar ji aliyê hikûmeta federal ve ji rojnamevanan re ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bicih anîne û me bîlançoya dawî ya lêkolînê şandiye. Tîmek ji bo gotûbêjkirina mûçeyan diçe Bexdayê.
Tiştê ku em hest pê dikin û ji Serokwezîrê Iraqê werdigirin ew e ku ew amade ye pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bike.”
Awat Ceneb Nûrî li ser projeya Hêjmara min jî balê kişand ku ew proje ji aliyê Hikûmeta Herema Kurdistanê ve hati birêxistin û ew pêşbînî û xebat dikin ku di nav 2 salên ku bên de hemû karmendên giştî û taybet derbasî vê pergalê bibin.
Wezîrê Darayî di gotara xwede daxuyand : “Ev prose di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî de pir baş birêve diçe. Di heyama 2 salên bê de, dê navên hemû karmendên sektora giştî û taybet di projeya Hejmara Min de werin tomarkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin