Pistî civîna konseya wezîrên aboriyê yên Kurdistanê û Iraqê daxwuyaniya hevpar hat dayîn

10 September 2024 00:02 0 dîtin
Pistî civîna konseya wezîrên aboriyê yên Kurdistanê û Iraqê daxwuyaniya hevpar hat dayîn

PeyamaKurd – Konseya wezîrên aboriyê ya Iraqê û konseya aboriyê ya Herêma Kurdistanê ya 28em li Erbîlê pêk hat. Civîn 2 roj dewam kir, li ser berjewendiyên hevpar yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, mijarên ku li ser wan axifîn, di hewaya samîmî û bi erênî hat minaqeşekirin.

Li ser hin mijaran biryaran dan û hinek ji wan hatin pêşniyarkirin ji bo encumena wezîran ya Iraqê. Ji bo mijarên ku divê zêdetir li ser wan munaqeşe bên kirin û çarser bibin, biryarê dan ku hevdîtin dewam bikin.

Encumena wezîran ya ji aboriyê berpirs, ji bo mehaneyên ji Herêma Kurdistanê re bişînin ku ji wezareta federal ya Darayî re hiştibûn, ji bo agahiyên biyometrîk temam nebûbûn, ji bo fermanê bidin da ji Herêma kurdistanê re bişînin, biryarê dan ku ji encumena wezîran ya federal re pêşkêş bikin.

Projeyên çandiniyê, lîsansên îxracat û îtxalatê, lîsansên fabrîkeyan, tescîla şîrketan, tesnîfa muteahidan, mijarên enerjî û petrolê û mijara sektora bankayê mijarên wan yên din bûn ku li ser wan axifîn.

Wesiyeteka dinê ya civîna konseyê, ji bo bigihên fehmekî ortax ya têgihiştina berjwendiyên ji bo hemwelatiyên Iraqê, di navbera wezaretan û sektorên pêwendîdar de komîte xebatên xwe dewam bikin û xebatan temam bikin.

Pêşniyarekî dinê jî, ji bo di asta bilind de civînekî taybet bêkirin bû ku ew jî ji bo mijarên petrol, enerjî, mijarên sînor û gumrikê bûn.