Mesrûr Barzanî serokatiya civîna Konseya Bilind ya Aboriyê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serokatiya civîna Konseya Bilind ya Aboriyê ya Herêma Kurdistanê kir. Serokwezîr Barzanî di civînê de got ku herêma Kurdistanê, Iraq û cîhan ji aliyê aboriyê de di wexteka zor de derbas dibe û hukumeta Herêma Kurdistanê bo ji aboriyê re bingehekî saxlem çêbike û geşepêdanê bike, xebata xwe dide dewamkirin.
Mesrûr Barzanî got ku Herêma Kurdistanê xwediyê wê derfetê ye ku Kurdistan li Iraqê û herêmê dikare bibe navendekî girîng ya bazirganiyê. Hukumet dê dewam bike da projeyên xwe yên stratejîk bicîh bike û karsazan bikşîne nav herêma Kurdistanê.
Di civînê de sekreterê encumena wezîran Armanc Rehîm jî gotarekî peşkeş kir, li ser arîşeyên aborî û çareseriya wan, dayîn û sitendinan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin