Îranê banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariya NY kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Konseya Ewlekariyê re şand û daxwaza civîna lezgîn li ser êrîşa Îsraîlê ya bi ser Îranê de kir.
Eraqçî di nameyê de, banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê kir û got, “Îran daxwaz dike, binpêkirinên rejîma Îsraîlê û êrîşên wê yên dijqanûnî di civînekê de bên gotûbêjkirin û hewla hesabdayîna wê bidin.”
Wezîrê Îranî, di nameyê de daye zanîn ku di êrîşê şeva borî de 4 leşkerên Îranê hatine kuştin û daxwaza civîna lezgîn jî li ser xala Şertê NY ya 2yem benda 4emîn kir.
Eraqçî dibêje, çalakiyên Îsraîlê gef in li ser herêmê û bêîstiqrariyê zêde dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin