Îsraîlê ji Konseya Ewlekariyê ya NY daxwaza civîna lezgîn kir

14 April 2024 15:39 0 dîtin
Îsraîlê ji Konseya Ewlekariyê ya NY daxwaza civîna lezgîn kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (KENY) yê Îsraîlê Gilad Erdan, nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY re şandiye û daxwaza civîna lezgîn li ser êrîşên Îranê kiriye.

Gilad Erdan li ser hesabê X ê medya civakî ragihand ku wî nameyek ji KENY re şandiye daku li ser êrîşên Îranê yên ser Îsraîlê bi lezgînî bicive.

Hêjayî gotinê ye, Îranê êrîş bi hinceta madeya 51emîn a NYyê wek bersivdana êrîşa balyozxaneya Şamê nîşan daye.

Ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye ragihandin ku di êrîşa sedan moşekên seyrê û dronên kamîkaze ya Îranê de, ti ziyaneke mezin çênebûye û piraniya wan beriya bigihin Îsraîlê hatine pûçkirin.