Koreya Bakur, Civîna Konseya Ewlekariyê ya NYê, protesto kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarên Koreya Bakur, civîna giştî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser cureya nû ya moşeka balîstîk a navparzemînî ya bi sotemeniya hişk "Hwasong-18" (ICBM) ku ji raya giştî re vekirî ye, protesto kir.
Li gorî nûçeya KBS Worldê, Cîgirê Serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Partiya Karkeran Pyong-chol, di daxuyaniyekê de got ku “Ceribandinên çekên stratîjîk ên pêşketî yên rejîmê "bergireke ji bo bihêzkirina berevaniyê ye."
Ri Pyong-chol, civîna giştî ya li ser moşeka balîstîk a navparzemînî ya "Hwasong-18" protesto kir û ragihand ku bernameya çekên pêşketî, ligel gefên leşkerî yên bernameya çekên pêşketî ya Amerîkayê ku zêde dibe, xwedî wê armancê ye ku parastina li hember gefên leşkerî û pêşbîniyên ewlekariya herêmê pêk tîne.”
Ri Pyong-chol, ji ber ku mafê Pyongyangê yê xweparastinê bi navbeynkariya vê civînê wekî "provokasyon" û "gef" bi nav kir, Amerîkayê şermezar kir û ev helwest wekî "çalakiyeke vekirî ya destwerdana navxweyî" pênase kir.
Her wiha tê zanîn ku rêveberiya Pyongyangê, ji destpêka sala 2022yan bi vir ve ye nêzî 100 caran ceribandinên moşekî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin