Civîna Rûsya û Koreya Bakur

01 June 2018 00:08 0 dîtin
Civîna Rûsya û Koreya Bakur

PeyamaKurd - Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Pyongyanga paytextê Koreya Bakur ligel Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un civiya.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de peywendiyên dîplomatîk ên Rûsya û Koreya Bakur ku ketiye 70 saliya xwe û herwiha hevkariya di navbera herdu welatan de hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtina Lavrov û Kim ku ji bo cara yekemîn bi awayekî fermî rûniştin de Lavrov, Kim dawetî Rûsyayê kir.

- Lavrov li Pyongyangê bi hemtayê xwe re civiya

Li gorî ajansa nûçeyan Rûs Ria, Lavrov li Pyongyangya paytextê Koreya Bakur ligel hemtayê xwe Ri Yong Ho hevdîtin pêk anî. Di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de Lavrov der heqê mizakereyên Koreya Bakur û Amerîkayê de nirxandinên xwe anîn ziman.

Lavrov diyar kir, mafê wan nîne ku tevlî hevdîtinên Koreya Bakur û Amerîkayê bibin, lê ew amade ne ku piştgiriya peymanên li gorî berjewendiya hemû aliyan in, bikin.

Lavrov bal kişand ku Moskova çawa ku ji peywendiya Washington û Pyongyangê xweş e, bi heman awayî ji peywendiya Pyongyang û Seulê jî xweş. Lavrov got ew hêvî dike ku mizakere bi ser bikevin.