Wezîra Derve ya Koreya Bakur serdana Rûsyayê dike
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Koreya Bakur ragihand ku Wezîra wan Choe Son Hui, li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê serdana Rûsyayê bike.
Di demeke ku ji ber Rûsya û Koreya Bakur peymana hevkariya leşkerî îmze kirine fikarên navneteweyî yên derbarê vê peymanê de zêde bûne de hate ragihandin ku wê Wezîra Derve ya Koreya Bakur Choe Son Hui roja Duşemê ji bo serdaneke 3 rojî bê Moskowê.
Ajansa fermî ya Koreya Bakur ji serdana Choe Son Hui piştrast kir û da zanîn ku wê Hui, bi şandeke leşkerî û dîplomatîk re serdana xwe ya Rûsyayê pek bîne.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharova jî ragihand ku Wezîra Koreya Bakur Choe Son Hui wê roja Sêşemê bi hevpayeyê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk bîne.
Zakharovayê ragihand ku Wezîra Derve ya Koreya Bakur Choe li ser vexwendina Lavrov serdana Rûsyayê kiriye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Koreya Başûr angaşta ku Koreya Bakur, ji bo di şerê Ûkraynayê de bikar bîne, çekên giran ên wek top û mûşek, ji Rûsyayê re dabîn dike kirin.
Rêveberiya Joe Biden diyar kir ku delîlên wan hene ku fuzeyên ku Koreya Bakur dane Rûsyayê li Ukraynayê hatine bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin