Serokê Rusyayê dê serdana Koreya Bakur bike
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada fermî ya Koreya Bakur hatin ragihandin, hat diyarkirin ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un di lûtkeya ku duh hat kirin de Serokê Rusyayê Vladimir Putin vexwendiye welatê xwe û Putin jî vexwendname qebûl kiriye.
Hûrgiliyên hevdîtina ku duh di navbera rêberên Koreya Bakur Kim Jong Un û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin de li herêma Amurê ya Rusyayê hat lidarxistin eşkere bûn.
Li gorî daxuyaniya ku Ajansa Nûçeyana a Navendî ya Koreyê (KCNA) ya di bin kontrola dewletê de ye, Kim ku li Kozmodroma Vostochnyyê ji aliyê Putin ve bi "dostane" hat pêşwazîkirin, spasiya Putin kir ku tevî bernameya wî ya mijûlbûyî bi germî ew pêşwazî kir.
Li gorî hat zanîn, Kim ku bi Putin re li Kozmodroma Vostochnyyê serdana kombûn û ceribandina roketên barkêş kir, li ser taybetmendiyên teknîkî, komkirin û havêtina moşekên Soyuz-2, Angara û roketên din ên hilgirê de agahiyên berfireh dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin