Serokê Koreya Bakur ferman da artêsa xwe: Lez bidin amadekariyên ser

28 December 2023 14:07 0 dîtin
Serokê Koreya Bakur ferman da artêsa xwe: Lez bidin amadekariyên ser

PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ferman da artêşa xwe ku bilez amadekariyên şer li dijî tevgerên Amerîkî bike.

Koreya Bakur ku rageşiya çekên nukleerî û muhîmatên wê yên bi Amerîkayê re dewam dike, amadekariyên xwe yên şer leztir dike.

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê medyaya dewletê ya Koreya Bakur ve hat dayîn de, hat ragihandin ku Rêberê Koreya Bakur Kim ferman daye artêş, pîşesaziya cebilxane û pîşesaziya çekên nukleerî ku ji bo li dijî "tevgerên rûbirûbûna nedîtî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" (DYA) amadekariyên şer bilezînin.

Di Civîna Lijneya Giştî ya Partiya Karkeran a Koreyê de derbarê sîyaseta xwe ya sala nû de hat ragihandin ku Kim wê bi "welatên antî-emperyalîst, serbixwe" re jî hevkariya stratejîk berfireh bike.

Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku Kim di hevdîtinê de behsa armancên aborî jî kiriye, hat gotin ku rêberê Koreya Bakur sala 2024an ji bo pêkanîna plana geşepêdana 5 salan a welêt wek "saleke diyarker" bi nav kir.

Herwiha hat diyarkirin ku Kim banga îstîqrara bilind a hilberîna çandiniyê kir.

Di dema ku Koreya Bakur hewl dide têkiliyên xwe bi welatên di nav wan de Rûsya berfireh bike, Washington Pyongyang tawanbar dike ku alavên leşkerî pêşkêşî Moskowê dike da ku di şerê li Ukraynayê de were bikaranîn. Ji aliyê din ve Rûsya piştgiriya teknîkî dike da ku alîkariya Koreya Bakur bike ku karînên xwe yên leşkerî pêşde bibe.