Serokên Rusya û Koreya Bakur civiyan

13 September 2023 14:01 0 dîtin
Serokên Rusya û Koreya Bakur civiyan

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Rusyayê Vladimir Putin, îro bi rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un re civiya.

Li gorî daxuyaniya ku ji Kremlînê hat dayîn, Vladimir Putin û Kim Jong Un li herêma Amurê ya Rusyayê li Kozmodroma Vostochnyyê civiyan.

Hat diyarkirin ku Kim ku li baregehê ji aliyê Putin ve hat pêşwazîkirin, spasiya Putin kir ku tevî bernameya wî ya mijûlbûyî ew vexwendiye Rusyayê.

Her wiha hat zanîn ku Putin bal kişand ku serdan di rojeke girîng a ji bo Koreya Bakur de pêk hat û wiha got: "Ez bi dîtina we gelek kêfxweş im. Ev bûyerên girîng 75emîn salvegera damezirandina Komarê, 70emîn salvegera Şerê Mezin ê Rizgariyê ne. 75. salvegera damezirandina têkiliyên dîplomatîk e."

Hat diyarkirin ku herdu rêber li tesîsên baregeha nû geriyan û atolyeya komkirina moşeka fezayî ya "Angara", kompleksa havêtina keştiya fezayê "Soyuz-2" û kompleksa havêtina wesayîta "Angara" ya ku tê çêkirin lêkolîn kirin.

Di dema kontrolkirina Putin û Kim a li tesîsan de Serokê Ajansa Fezayê ya Federal a Rusyayê (Roscosmos) Yuriy Borisov û Gerînendehê Giştî yê Navenda Operasyonên Binesaziya Fezayê Nikolay Nesterchuk pêşkêşiyek kir.

Kim bi trêneke taybet hat herêma ku Kozmodroma Vostochniy lê ye û ajot baregehê.

Serokên herdu welatan piştî kontrolên xwe yên li baregeha fezayê, bi beşdariya şandên pê re hevdîtin kir.